• Saturday, 18 May 2024
logo

Demelûcî: Peymana Hewlêrê Kilîla Çareseriyê Ye

Gulan Media October 6, 2012 Nûçe
Demelûcî: Peymana Hewlêrê Kilîla Çareseriyê Ye
Peyvdara Lîsteya Îraqiye Xatû Meysûn Demelûcî ragihand ku, kilîla çareser kirina qirîza siyasî ya Îraqê di destê Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî deye û ev kilîla han jî cîhbicîh kirina peymana Hewlêrê û bendên civîna Hewlêr û Necefê ye.

Demelûcî eşkere kir ku, eger Malikî bixwaze qirîza siyasî ya Îraqê çareser bike vê demê dikare hem peymana Hewlêrê him jî tevahiya xal û bendên civîna Hewlêr û Necefê cîhbicîh bike.

Çavkanî tekez li ser vê yekê kir ku, heta peymana Hewlêrê û xalên civîna Hewlêr û Necefê neyên cîhbicîhkirin vê qirîza siyasî ya Îraqê neyê çareserkirin.
Top