• Saturday, 18 May 2024
logo

Xwe navêjin pêşiya tankan derkevin meşan!

Gulan Media October 6, 2012 Nûçe
Xwe navêjin pêşiya tankan derkevin meşan!
Hevseroka BDP'ê Gultan kişanak siyaseta AKP'ê ya der barê Sûriyê de rexne kir û diyarkir ku AKP'ê bi vê siyaseta xwe gav bi gav Tirkiyê dikişîne nava şerekî herêmî.

Kişanak dema li 15'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Sîlîvriyê tevlî Doza Sereke ya KCK bû, di navberê de daxuyaniyek da çapemeniyê. Kişanak got ku ew "bayê Osmanîtiyê şaş dibînin. Em ê heta dawî li dijî li hemberderketina azadiya Kurdên Sûriyê liberxwe bidin. Ez tenê nabêjim em ê li hember derkevin. Ger Tirkiyê bi mebesta dagirkirina herêma Kurdan operasyoneke leşkerî li dar bixe, em ê hemû li dijî wê cih bigirin. Ger pêwîst bike em ê xwe biavêjin pêşiya tankan!"

Avestakurd
Top