Li Silêmaniyê 150 rewşên kolera hatin tomarkirin
Rêveberê giştî yê tendirûstiya Silêmanî û serokê lijneya bilind a kontrolkirina nexweşiyên kolera Dr. Mîran Mihemed Ebas ji Rûdawê re got: “Zêdetirî 2 hezar nexweşên ku rastî zikçûn û vereşanê bûne, rewaneyî nexweşxaneyê hatine kirin. Zêdetirî 150 kes jî tûşî nexweşiya kolera bûne.”
Zêdetirî du heftiyane nexweşiya kolera li Silêmaniyê belav bûye, qeza û navçe jî girtiye nava xwe. Ji bilî vê yekê bajarê Kerkûkê jî girtiye nava xwe û ji ber nexweşiya kolera 2 kes li Silêmaniyê mirîne.
Nexweşiya kolera di nava xwendevanên li yurdan de jî belavbûye. Duh zêdetirî 3 xwendekarên li yurdan ên li Silêmaniyê birine nexweşxaneyê.
Dr. Mîran Mihemed destnîşan kir ku agehdariya wî nîne ku nexweşî di nava yurdan de jî belav bûbe û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Agehdariya min ji wê yekê nîne ev nexweşî di nava xwendekarên li yurdan de jî belav bûbe, lê em ji bo çareserî û pêşîgirtina ji bo belavkirina vê nexweşiyê di nava hewldanan de ne.”
Rudaw