YE: Li Tirkiyê di çareseriya pirsa kurd de pêşketin tune ne
Hinek xalên giring ên di rapora YEyê de wiha ne;
YE: Pirsa kurd li cihê xwe ye
Di rapora Yekîtiya Ewrûpa (YE) ya derbarê pêşketinên Tirkiyê de behsa çareseriya ji bo pirsa kurd jî tê kirin. Di raporê de tê gotin ku ji bo çareserkirina pirsa kurd ti pêşketinek çênebûye û wiha tê gotin: “Li Qilabanê derbarê kuştina 34 welatiyên kurd ên sivîl a ji aliyê balafirên şer ên Tirkiyê ve lêkolînkirinekî zelal nehatiye kirin.” Di warê azadiya ramanê de jî rexneyên tund li Tirkiyê tê girtin.
Operasyon zêde bûn
Ji bo çareserkirina pirsa kurd ti pêşketinek çênebûye. Ligel hinek pirsgirêkên din, derbarê çareseriya pirsa kurd de jî vebûna demokratîk a sala 2009an de pêşneket. Wekî operasyonên leşkerî, êrişên terorî jî berfireh bûn.
Operasyonên KCKê hatin berfireh kirin
Operasyonên di bin navê KCKê de, ne tenê siyasetmedarên kurd, şaredarên ji aliyê gel ve hatine hilbijartin û endamên meclisan ên şaredariyan, endamên çapemeniyî, parêzvanên mafê mirov, sendîkavan, akademîsyen û parêzer jî bûne armanc û operasyon berfireh bûye. Li gor statîstîkên fermî, 31 şaredar û 226 nûnerên herêmên di bin navê operasyonên KCKê de hatine girtin. Ji bo hevseroka KCDê û parlamentera serbixwe ya Wanê Aysel Tugluk bi îdiayên ‘endamê rêxistinê ye û bi navê rêxistinê sûc kiriye’ bi giştî 14.5 cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.
Li Qilabanê lêborîn jî nebû
Ji aliyê balafirên şer ên Tirkiyê ve li gundê Roboskê yê navçeya Qilabanê 34 sivîl hatin kuştin. Rayedaran destûr nedan ku rêxistinên civaka sivîl biçin cihê ku hatî bombebaran kirin. Lêpirsînên hiqûqî û îdarî didomin. Lê guman li ser şefaftiya van lêkolînan heye. Ne rayedarên leşkerî û ne jî yên sivîl derbarê bûyerê de rasterast lêborîn nexwestin.
Dest li BDPê didin
Di çarçoveya mafê destnedanê yê parlamenteran û azadiya ramanê de, girtin didomin. Ev hê meseleyek gumanê dirûst dike ye. Piranî ji bo parlamenterên bloka BDPê, 740 dosyeyên ji bo rakirina mafê destlênedanê yê parlamenteran hatine amadekirin. Parlamenterekî BDPê (Sebahet Tuncel) ji ber axaftinek ku berî 6 salan kirî, cezayê 2 salan girtîgehê lê hatiye birîn.
Rudaw