• Saturday, 18 May 2024
logo

Herifandina dîwarê Berlînê li Hewlêrê hat pîroz kirin

Gulan Media October 6, 2012 Nûçe
Herifandina dîwarê Berlînê li Hewlêrê hat pîroz kirin
Roja 3ê vê mehê, bi amadebûna nûnerê serokê Kurdistanê Fuad Hisên, cîgirê serokwezîrê Îraqê Roj Nurî Şawîs, nûnerê serokwezîrê Kurdistanê Felah Mistefa û konsulê giştiyê Almaniyyaê yê herêma Kudistanê 22 saliya roja Almaniya, yekgirtina her du almaniya û jinavbirina dîwarê Berlînê li Hewlêrê hat pîroz kirin.

Di merasima pîrozkirinê de, Rolf Olrîş konsulê Almaniyayê yê li herêma Kurdistanê gotarek pêşkeş kir û got:

- Îro Almaniya bîranîna 22saliya yekgirtina her du Almaniya pîroz dike. Ji bona nifşê gênc dibe ku ev roje rojeke dûr be, lê ji bo wan yên ku di dema şerê sar de jiyane, ew bi temamî mana vê rojê dizanin ku, roja herifîna dîwarê Berlîn û yekgirtina her du Almaniya bi aşitî û bê xûnriştin, rojeke gelek xweş bû.

- Bê dudilî, ez gelek kêfxweş im ku, ev bû zêdetir ji salekê weke konsulê giştiyê Almaniyayê li Hewlêrê xizmetê dikim. Gelek giringe ku, haydarî vê qonxa dîrokê bî û tê de beûdar bî. Piştî bi dehan salên îhmalkirin û wêrankirinê, xelkê vê herêm bi azadiya xwe şad bû û ji bona paşrojeke geş zendên xwe hildane. Ev sal saleke hêsan nebû, pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û şerê pîsê Suriyeyê ku, berdewam e, hikûmeta herêma Kurdistanê gelek meşxol kiriye. Têkeliyên Almaniya û Kurdistanê di gelek waran de pêşkeftine, ji bilî vekirina konsulxaneya giştî a Almaniyayê li Hewlêrê, institute Gote, ofîsa pêwendiyên aborî û bazirganî, ofîsa zaniyariyên xizmetgozarî û akademiya almanî DAAD bi resmî li herêma Kurdistanê hatine vekirin.

Her di vê merasimê de, Felah Misteha berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê gotareke pêşkeş kir û wî di peyva xwe de got:

- Herifandina dîwarê Berlînê nîşanda ku, îradeya xelkî bi ser astengiyan de hakime. Dema xelk ber bi azadî û demokrasiyê dice, tu hêzeke nikare pêşiyê lê bigire.

- Almaniya karî bibe çirayê ronahîyê bo azadî û demokrasiyê. Karî ji xwe re li cîhanê pêgeyekî bihêz li aborî û bazarê cîhanê de misoger bike.

Mistefa behsa siyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê a di ware xizmetkirina hevwelatiyan de kir û got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê ji bona misogerkirina paşerojeke baştir bo hevwelatiyên Kurdistanê di nav xebatên berdewam deye:

- Ez dixwaz im bi vê minasebetê, ji bona destpêşxeriyên wan, sipasiya hikûmeta Alnaiyayê bikim. Wan konsulxaneya giştî li herêma Kuridstanê vekir, vîzayê ji xelkê Kurdistanê re didin, ofîsa têkeliyên aborî, bazirganî û pêşesazî, institute Gote bo pêşxistina rewşwnvîriyê digel xwendingeheke almanî û çend saziyên din li herêma Kurdistanê vekirine.
Top