Birêveberatiya asayîşa Silimaniyeyê ragihand ku, piştî gehêştina agehî û zaniyariyên hûr yên di derbarê hijmareke welatiyan de yên ku, karê bazirganî û bikaranîna madeyên narkotîkê dikin, hêzên asayîşê dest bi operasiyoneke berfire kirine û di encam de 11 kes girtine.
Birêveberatiya asayîşa Silimaniyeyê herwiha eşkere kir ku, 3 ji wan girtiyan welatiyên Îranê ne û yek ji wan jî Tirke û ewin din jî xelkên Hewlêr û Silimanî ne.