• Saturday, 18 May 2024
logo

Bo destpêkirina pirojeyê parka Duhok ya giştî Nêçîrvan Barzanî 100 milyon dolar terxankirin

Gulan Media October 4, 2012 Nûçe
Bo destpêkirina pirojeyê parka Duhok ya giştî Nêçîrvan Barzanî 100 milyon dolar terxankirin
Serokê hukmeta herêma Kurdistanê bi fermî rezamendî li ser destpêkirina pirojeyê parka Duhok ya giştî kir û zêdetirî 100 milyon dolaran bo terxankirin.

Jêderekê haydar duhî ev çende bo War piştrastkir û got: Pirojeyê parka Duhok ya giştî ku dê li ser rûberê 800 donemên erdî hête dirustkirin, serokê hukmetê fermana destpêkirina avakirina wî derkir, zêdetirî 100 milyon dolaran jî bo terxankirin.

Rêveberê giştiyê bajêrvaniyan li parêzgeha Duhokê ji aliyê xweve bo War diyarkir, parka Duhok ya giştî bi êk ji mezine pirojeyên geştiyarî dihête hijmartin, ji aliyê rojavayê Duhokê ve ji gundê Geverkê destpêdiket ta digehîte doriyana Duhok, Mûsil, Zaxo, herwesa ji heman doriyan ta digehîte zalgeha Aloka.

Endaziyar Heval Ehmed got: Kompaniyeka Siwîdî pêşî du salan piroje dîzayin kiriye, ji baxçe, cihên werziş, bêhinvedan û otêl cihên geştiyarî û şanoya Romanî û gelekên dî pêkdihêt.

Hosa dihête pêşbînkirin kertê taybet jî hevkariya hukmetê di avakirina parkî da biket.

Rojnamawar
Top