• Saturday, 18 May 2024
logo

Esed bi 30 hezar leşkerî çû bajarê herî zêde kurd lê dijîn

Gulan Media October 3, 2012 Nûçe
Esed bi 30 hezar leşkerî çû bajarê herî zêde kurd lê dijîn
Li gor raporeke rojnameya El-Diyarî ya Libnanî, serokê Sûriyê Beşar Esed bi 30 hezar leşkerî ji paytext Şamê ber bi bajarê Helebê ve çûye.

Li gor wê raporê, duh (02.10.2012) Beşar Esed bi sedema tevlî şerê li Helebê bibe, koçka El-Şe’bet ya li Şamê bi cî hiştiye û ligel 30 hezar leşker û 2 hezar zirepûşan çûye Helebê.

Heman raport balê dikişîne ser wê yekê ku Esed bi xwe serokatiya operasyonên artêşa Sûriyê yên li dijî artêşa azad a Sûriyê dike.

Berî çend rojan artêşa azad a Sûriyê li Helebê şerê dawî yê rizgarkirinê ragihand. Êrişekî berfireh li dijî avahî û baregehên rejîma Sûriyê yên li Helebê dest pê kir.

Li gor heman nûçeyê lîwayên 8 û 10 ên artêşa Sûriyê ji Îdlîb û Dêre Zor ji bo bidakirina şerê Helebê hatine şandin. Beşar Esed jî ragihandiye ku heta dubare Helebê kontrol neke û opozisyonê ji nav nebe, navegere Şamê.

Heleb piştî Şamê, bajarê herî mezin ê Sûriyê ye û wekî paytexta aborî ya Sûriyê tê bi nav kirin. Zêdetirî 600 hezar kurd li Helebê dijîn, ji ber vê yekê jî Helebê nasnavê bajarê herî mezin ê kurd li Sûriyê lê dijî wergirtiye. Piraniya kurdên Helebê li taxê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bi cih bûne. Taxa Şêx Meqsûd ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve tên parastin.

Piştî gihiştina Esed ya Helebê, îro li gelek teqînên li pey hev rûdan. Di encama 3 teqînan de, piranî leşker derdora 27 kesî hatin kuştin. Li gor daxuyaniyên opozisyonê jî hêjmara miriyan derdora 40 kesiye.

Rudaw
Top