• Saturday, 18 May 2024
logo

Vladimir bi rojeva Sûriyê serdana Tirkiyê dike

Gulan Media October 3, 2012 Nûçe
Vladimir bi rojeva Sûriyê serdana Tirkiyê dike
Serokê Rûsya Vladimir Putin ji bo bihêzkirina peywendiyên stratejîk ên navbera Tirkiye û Rûsyeyê de serdana Tirkiyê dike.

Li gor rojnameya Sabah a Tirkiyê, Vladimir Putin 15ê cotmehê serdana Tirkiyê dike. Putin wê di çarçoveya serdana xwe de bi serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan re jî bicive. Di civînê de wê peywendiyên dualî yên dîplomasî, aborî, siyasî û çandî bên guftûgokirin. Mijareke serekî jî pêşveçûnên dawiyê yên li Sûriyê ne. Erdogan jî wê derbarê penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê de agehdariyan bide Putin.

Serokê Rûsya Vladimir Putin û serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan piştî hevdîtinan, ji bo beşdarbûna zîrveya teşkîlata hevkariya aborî bibin, bi hev re diçin Azerbeycanê.

Rudaw
Top