• Saturday, 18 May 2024
logo

Li Helebê 4 Teqîn Pêk Hatin 40 Kes Mirin

Gulan Media October 3, 2012 Nûçe
Li Helebê 4 Teqîn Pêk Hatin 40 Kes Mirin
hate ragihandin ku, li Heleba Suriyayê di encamên teqînên bombeyan de herî kêm 40 kesan jiyana xwe ji dest daye. Tê gotin ku piştî teqînan avahiyên li herêmê bi erdê re bûne yek.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Suriyayê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku di teqînên Helebê de 40 kes bûne qurbanî.

Rayedarekî payebilind Ji Hikûmeta Suriyayê piştrast kiriye û ji AP-ê re axiviye ku di êrîşan de herî kêm 27 kes mirine.

Tê gotin ku di çar teqînan de herî kêm 70 kes jî birîndar bûne û din av wan de gelek kes hene ku birînxedar in.
Top