Rewta Sedir: Ne ji Kurdan ba desthilata Şî`eyan nedima
Parlemanterê koma Ehrar ya ser bi hevpeymaniya niştimanî û serkirdeyê Rewta Sedir Emîr Kînanî bi rojnameya Şerqûlewset ragehandiye ku: “Rewta Sedir û encûmena bilind ya Îslamî û pêkhateyên din yên hevpeymaniya niştimanî hewldane ku li pêş siyaseta malkî biwestin, ev yek jî bi rêya kuştina fetîlê aloziya di navbera Şî`e û Kurd û Suniyan ku ew jî du pêkhateyên serekîne li nav hevkêşeyên siyasî yên Êraqê.”
Kînanî teqez kir ku helwesta rewta Sedir li hemberî kongireya niştimanî nehatiye guhertin, di demekê de ku em piştgîriyê didin lidarxistina kongirê û destpêşxeriya Talebanî, em dibînin eger nêrînên derbarê kongirê de zelal nebin wê demê kongire wê tenê dem derbas kirin be.
Parlemanterê Koma Ehrar ya ser bi Rewta Sedrî aşkira kirk u: “Kêşeya Êraqiyê û hevpeymaniya Kurdistanî ne bi hevpeymaniya niştimanî re ye û ne bi dewleta yasayê re ye belku bi Hizba De`wê re ye, ger ev pirs neyê çareserkirin çareseriyeke dûr yan nêzîk nabe.”
xendan