Tirkiyê endamekî YPGê li Dirbêsiyê kuşt
Li gor ANFê, bûyer şevêdin saet derdora 02.30’an de li nêzî gundê Girê Lêlun ê girêdayî Dirbêsiyê ku li ser sînor e, qewimî. Hate ragihandin ku dema yekîneya dewriyeyê ya Yekîneyên Hêzên Parastinê (YPG) li nêzî sînor dewriye digeriya, leşkerên artêşa tirk gule barandin. Di encama gulebaranê de endamê YPG’ê Hogir Beşîr Erebo yê ji gundê Melek ê Dirbêsiyê jiyana xwe ji dest da, Tamir Hewaz û Mazlum Reşad Elî jî birîndar bûn.
Tamir Hewaz ku ji lingê xwe, Mazlum Reşad Elî ku ji singa xwe birîndar bû, rakirin nexweşxaneyan. Hewaz hate emeliyatkirin. Hate gotin ku rewşa Reşad Elî jî giran e.
Berdevkê Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) Şêrzad Adil ji Rûdawê re kuştina endamekî YPGê li Dirbesiyê piştrast kir û wiha got: “Bûyer nû çêbûye, YPGê hê ti daxuyaniyek nedaye.”
Cenazeyê Hogir Beşîr Erebo jî rakirin Mizgefta Qasimo ya li bajarê Qamişloyê. Tê gotin ku wê cenazeyê endamê YPG’ê Hogir Beşîr Erebo dê li Goristana Şehîd Rustem Cudî ya li gundê Berkevirê yê girêdayî bajarê Dirbêsiyê bê veşartin.
Rudaw