Di Meha Eylûlê De 365 Kes Li Îraqê Hatine Kuştin
Li gorî çavkaniyên han di Meha Eylûlê de 182 welatiyên medenî, 95 Leşker û 88 Polîs jiber kiriyarên Terorîstî li seraserê Îraqê de canê xwe ji dest dane.
Çavkaniyên han ev yek jî eşkere kirine ku, her di heman Mehê de zêdetir ji 683 welatî jî birîndar bûne ku, 450 ji wan welatiyên medenî, 320 Leşker û 110 ji wan jî polîsên.
Di beşeke din ya vê amara han de di Meha Eylûlê de 64 Terorîst hatine kuştin û 142 Terorîstên din jî hatine girtin.