• Saturday, 18 May 2024
logo

Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê Wezîrê Derveyê Tirkiyê ve hate pêşwazî kirin

Gulan Media October 1, 2012 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê Wezîrê Derveyê Tirkiyê ve hate pêşwazî kirin
Birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li civînek de li gel Wezîrê Derveyê Tirkiye naveroka wê gotara Serok Barzanî ku li çaremîn kongreya Partiya Dad û Geşepêdanê pêşkêş kir bi piştgiriyekî girîng danî ji bo wê nexşerêya Akparti ji bo çareser kirina kêşeyên navxweyiyên Tirkiye û bi taybetî kêşeya Kurd li wî welatî da li ber girtiye.

Îro 01.10.2012 duşem Ahmed Davudoglu Wezîrê Derveyê Tirkiye pêşwaziya birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê kir û paşê civîneke hevbeş sazkirin.

Li destpêka civînê de Wezîrê Derveyê Tirkiye ji bo beşdarî kirina li çaremîn kongreya Akpartî spasiya Serok Barzanî kir. Her wiha behsa gotara Serok Barzanî ya beşdarî kirina li çaremîn kongreya Akpartî kir, ku li gotara xwe de Serok Barzanî piştgiriya xwe ji bo wê siyaseta Akpartî ya çareser kirina kêşeyên navxweyiyên Tirkiye û bi taybetî kêşeya Kurd de dûpat kir. Davutoglu naveroka gotara Serok Barzanî bi palpiştiyekî girîng danî ji bo berdewambûna Akpartî li ser wê siyaseta ku li ber girtiye.

Her wiha li vê civînê de guftûgo li ser pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Komara Tirkiye kirin û girîngiya wan pêwendiyan dûpat kirin û behsa hengavên paşarojê ya ji bo berfireh kirina pêwendiyan li ruyê diblomasî û aborî ve kirin.

Serok Barzanî ji bilî dûpat kirina hemû palpiştiyekî Herêma Kurdistanê ji bo serkeftina plan û nexşeya Akpartî ya ji bo çareser kirina kêşeyan behsa wê yekê jî kirin ku pêwîste Tirkiye li ser wê nexşerêya çareser kirina kêşeyên navxweyî de li ber girtiye berdewam bibe.

Li mijarekî dinê civînê de behsa wê yekê kirin ku Herêma Kurdistanê û Tirkiye du cîranên girîngê hevdûne û hêvî xwestin pêwendiyê wan bigihin astekî bilindtir ku niha li navbera her du aliyan de heye.
Top