• Saturday, 18 May 2024
logo

Felah Mistefa pêşwazî li sandeyeke bazirganên amerîkayî kir

Gulan Media October 1, 2012 Nûçe
Felah Mistefa pêşwazî li sandeyeke bazirganên amerîkayî kir
Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li sandeyeke bazirganên amerîkayî bi serokatiya general Jems Jons berpirsêcivata bazirganîya amerîkî-kurdistanî kir.

Di dîdarekê de şandeya bazirganên amerîkayî behsa armanca serdana xwe a bo herêma Kurdistanê kir û got ku, ew dixwaz in ji nêzîk ve haydarî rewş û pirosesa avadankirinê, bizava bazirganî û aborî û derfetên sermayerazandinê li herêma Kurdistanê bibin.

Şandeya mêvan rewşa emnî û îstîqrara herêma Kurdistanê bilind nirxand û got ku, li herêma Kurdistanê atmosferekî gelek baş ji bo hilbirîn û hermayerazandinê heye û ev yek jî kompnî û sermayedarên amerîkayî teşwîq dike û berê xwe bidin herêma Kurdistanê.

Felah Mıstefa ji şandeya mêvan re behsa qanûna investkariyê a herêma Kurdistanê kir û rewşa bazirganî, aborî û siyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê a di warê teşwîqkirina saktora taybet de zelal kir:

- Herêma Kurdistanê bûye mînakeke ber bi çav a geşbûnê li deverê û hevwelatiyên Kurdistanê bi dilxweşî ve pêşwaziyê li wê siyaseta hikûmeta Kurdistanê dikin ku dibe sedemê paydakirina karî bi taybetî di warê sektora taybet de.
Mistefa daxwaz kir ku kopmaniyên amerîkî bi rêjeyeke zîdetir ber bi herêma herêma Kurdistanê bên.

Jems Jons berprisê civata bazirganiya amerîkayî-kurdistanî hêvî kir ku ew bibne pireke peywendiyan bo ku, kompanî û sermayedarên amerîkayî berê xwe bidin herêma Kurdistanê.
Top