• Saturday, 18 May 2024
logo

Rewta Sedir ji be Tariq Haşimî ji kongreya AKP vekişiya

Gulan Media October 1, 2012 Nûçe
Rewta Sedir ji be Tariq Haşimî  ji kongreya AKP vekişiya
Ji ber beşdarîkirina cîgirê serok komarê Êraqê Tariq Haşimî di çaremîn kongireya Partiya Dad û Gşepêdanê de, şanda Rewta Sedir derbas nav hola kongreyê nebû û paşve kişiya.

Çavkaniyek ji ragihandina Rewta Sedir bo malpera Xendan ragihand: Şanda Rewta Sedir bi mebesta beşdarîkirina di çaremîn kongreya AKP de gihîşte Turkiye, lê ji ber beşdarîkirina Tariq Haşimî yê sizayê bidarvekirinê bi ser wî de hatiye sepandin, şanda Rewta Sedir ji kongreyê vekişiya.

Şanda Rewta Sedir bi serokatiya Mistefa Yeqûbî ku nêzî Muqteda Sedir e çûye Turkiye.

Heman çavkaniyê aşkere kir ku, beriya demekê rewta wan ne hatiye agahdar kirin ku, Tariq Haşimî dê beşdarî kongreyê bibe.

Cîgirê serokkomarê Êraqê Tariq Haşimî sizayê bi darvekirinê ji aliyê dadgeha Bilind ya Tawanên Êraqê ve hatiye derkirin, û tevî wê yekê Haşimî îro beşdarî kongreya çaremîn ya AKP bû û gotarek jî xwend.

Xendan
Top