• Saturday, 18 May 2024
logo

Turk: Divê hemû gelê Kurd muxateb bê girtin

Gulan Media October 1, 2012 Nûçe
Turk: Divê hemû gelê Kurd muxateb bê girtin
Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk diyarkir ku di pirsa Kurdî de divê hemû gelê Kurd muxateb bê girtin. Her weha Turk got ku ew mafên xwe, azadiya xwe dixwazin.

Ahmet Turk di mîtinga ji bo piştgiriya zîndana Amedê bikin muzayîk de axivî û Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan rexne kir.

Turk di mîtinga li qada îstasyona Amedê de behsa dîroka zînana Amedê û demên wê yên îşkenceyê kir û paşê diyarkir ku "Em ji kesekî tiştekî naxwazin, em mafê xwe, azadiya xwe dixwazin."

Her weha Erdogan rexne kir û got "Hûnê hemû gelê Kurd muxateb bigirin. Serokên wê muxateb bigirin. Bi Îmralî û Qendîl re hevdîtin bikin û bi BDP'ê û KCD'ê re hevdîtin bikin, wan muxateb bigirin." Û got ku ew 'ji bo dad û aştiyê têkoşînê dikin. Em mafê xwe, azadiya xwe dixwazin, em biratiya vale naxwazin.'

Avestakurd
Top