• Saturday, 18 May 2024
logo

Di teqîna Qamişloyê de 5 mirin û 81 kes birîndar bûn

Gulan Media October 1, 2012 Nûçe
Di teqîna Qamişloyê de 5 mirin û 81 kes birîndar bûn
Hat zanîn, di bûyera teqîna Qamişloyê (30/9/2012) de 5 kes mirine û 81 kes jî birîndar bûne.

Îro li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê li herêma ku saziyên leşkerî û polîsan hene teqînek pêk hatibû. Hate zanîn, di encama teqîna bombeyekê de 4 jê leşker 5 kes mirine û 81 kes birîndar bûne. Ji encama xurtbûna teqîna bombeya li avahiyên leşkerî, polîs û îstîxbaratê, camê gelek avahî û dîkanên bazarê şikestine. Her weha hate ragihandin ku hêzên rejîma Sûriyê hemû rêkên diçin bajêr girtine.

Avestakurd
Top