Başûrê Îraqê Bi Teqînên Curbicur Hejiya
Duh di hind teqînan de hejamek welatiyên Îraq' bûne qurbanî vê derbarê de çavkaniyên han eşkere kirin ku, evro li Bajarê Bexdayê de maşîneke bombekirî hatiye teqandin û di encam de 4 welatî canê xwe ji dest dan û 5 welatiyên din jî birîndar bûn.
Her Duh di encama teqîna maşîneke bombekirî li Taxê Tarimiye a li Bakûrê Bexdayê de bi karwaneke maşînên polîsan re herî kêm 4 Polîs canê xwe ji dest dane û 5 kesên din jî birîndar bûne.
Her duh li Bexdayê de çend kesek bi çekên bêden êrîş kirine ser karmendekî navenda çaksazî li Wezareta dad a Îraqê û nav hatî Şehîd kirine.
Hate zanîn ku, li Bajarê Beqûbeyê de jî bombeyek hatiye teqandin û di encam de welatiyek canê xwe ji dest daye û 4 welatiyên din jî birîndar bûne.
Her duh li Bajarê Kuwête de jî bombeyek li berdem navendeke kontrol kirinê hatiye teqandin û di encam de 10 kes Şehîd û birîndar bûne.
Kurdistantv