• Saturday, 18 May 2024
logo

Îsmaîl Kamîl: Dîrok Hevkarî Û Piştgîriya Serok Barzanî Ji Bîr Nake

Gulan Media October 1, 2012 Nûçe
Îsmaîl Kamîl: Dîrok Hevkarî Û Piştgîriya Serok Barzanî Ji Bîr Nake
Parlementerê Parlementoya Swêdê yê ser bi partiya Gel ya Lîberal Îsmaîl Kamîl di derbarê rewşa Kurdên Rojawayê Kurdistanê de ragihand ku, Serok Barzanî roleke gelek girîng lîstiye bo yek xistina nav mala Kurd li Rojawayê Kurdistanê de, û ev yek ne tişteke weşartiye û Serok Barzanî hertim hewl bo vê yekê daye daku, nav mala Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê yek bixe.

Kamîl di berdewamiya axaftinên xwe de behsa hewldanên Serok Barzanî yên ji bo yek xistina nav mala Kurd li Sûriyayê kir û ragihand ku, Serok Barzanî her zû bi metirsiyan hesiya lewre bi awayekî cidî hewl bo lihev komkirina aliyên siyasî yên Kurdî ên li Rojawayê Kurdsitanê de da û ev yek jî tişteke gelek girînge û Dîrok bi ti awayî nikare vê yekê jibîr bike.

Kurdistantv
Top