Erdogan: Silav bo Silêmanî û Hewlêr û Duhokê
Serokê AKP`ê û Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan gotara xwe pêşkêş kir û di nava gotara xwe de bixêrhatina hemû mêvanê biyanî kir.
Di nava mesaja xwe ya bixêrhatinê de Erdogan bi taybet bixêrhatina şanda Herêma Kurdistanê kir û got: “Silav bo Hewlêr û Silêmaniyê û Duhokê.”
Kongireya çarem ya AKP`ê li jêr navnîşana “Sala 2023 armanca mezin ya gelê meye û hêza wê ya mezine.”
Hêjayî gotinê ye di vê kongireyê de 100 serkirde û serok û kesayetî hatine vexwendin ku di nav de her yek li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Cîgirê Sekreterê Giştiyê YNK`ê Dr. Berhem Salih jî wek nûnerê Serokomarê Êraqê beşdarbûye.
PUKmedia