Nêçîrvan Barzanî dê bi fermî serdana Îranê bike
Ergoşî herwesa got ku, serdana serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo komara Îslamiya Îranê, ji bona pêşxistin û berfirehkirina têkeliyên dualî yên di navbera Kurdistan û Îranê de ye û:
- Serokwezîrê Kurdistanê di çarçoveya serdana xwe a bo Taranê, dê digel mezine rayedarên Komara Îslamiya Îranê bicive û têkeliyên duterefî, rewşa siyasiya Îraqê û hermî bi berprisên îranî re gotûbêj bike.
- Hikûmeta herêma Kurdistanê û bi taybetî şexsê Nêçîrvan Barzanî, terefdarê hebûna têkeliyên baş û saxlem in digel welatên cîran û komara Îslamiya Îranê jî, weke dewleteke cîran, ji gelek aliyan ve giringî bo herêma Kurdistanê heye û hikûmeta Kurdistanê jî giringiyê bi hebûna têkeliyên baş digel Îranê dide.