Wezîrê Pêşmerge Bi Hijmareke Rayedarên Amerîkayî Re Civiya
Di civînê de rewşa Devera Kerkûk û Diyalayê bi taybetî piştî damezrandina Fermandehiya operasiyonên Dîcleyê hate nîqaşkirin û Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Kurdistanê fikarên Hikûmeta Kurdistanê yên di derbarê damezrandina Fermandariya operasiyonên Dîcleyê de anî ziman.
Çavkanî di berdewamiya axaftinên xwe de daxwaz kir daku, nivîsgeha ewlekarî ya leşkerî a Amerîkayê ya li Îraqê de rola xwe cîhbicîh bike û bi hemahengiya navbera hêzên leşkerî û hêzên pêşmerge de kêşeyên leşkerî yên Deverê çareser bike.
Li hember de jî heyeta Amerîkayî soz da daku, peyama wezareta pêşmerge bigehîne cîha mebest û dibe her du alî girêdayî bi ew peymanê bin ku, di destpêka sala 2008an de bi mebesta kêm kirina aloziyan li wan Deveran de hatiye îzmekirin.