Serokwezîrê Kurdistanê Bi Mîr Tehsîn Beg Re Civiya
Serokwezîrê Kurdistanê piştî bi ser kirina perestgeha Laleşê peyvek pêşkêş kir û kêfxweşiya xwe a li hember vê serdana han diyar kir û behsa girngiya perestgeha Laleşê kir û ragihan ku, Hikûmeta Kurdistanê çi xizmeteke Laleşê bike ev erkê vê ye.
Serokwezîrê Kurdistanê eşkere kir ku, vê Hikûmeta Kurdistanê tevahiya daxwazên Laleşê cîhbicîh bike.
Serokwezîrê Kurdistanê di hevdîtina xwe ya bi Mîrê Îzdiyan û civata Rohaniya îzdî re jî rezamendiya xwe li ser nujen kirina Laleşê diyar kir û ragihand ku, vê prosesa nujen kirinê di nava du qonaxan de were cîhbicîhkirin.
Di qonaxa yekem de 17 miliyon dolar tê mesrefkirin û di qonaxa dudiyan de jî 11 miliyon dolar bo cîhbicîh kirina projeyên xizmetgozarî tê mesrefkirin û li gorî ev projeya han karê nujen kirinê ji aliyê kompaniyekî teybetî ve tê cîhbicîhkirin.
Li hember de jî Mîrê Îzdiyan kêfxweşiya xwe li hember vê serdana han diyar kir û spasiyên xwe û xweşik û birayên îzdî jî pêşkêşî Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî kir.