• Saturday, 18 May 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî: Şêxan Deverke Kurdistaniye

Gulan Media September 25, 2012 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Şêxan Deverke Kurdistaniye
Duh Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî bi dezgeh û saziyên îdarî yên Devera Şêxanê ya li Parêzgeha Dihukê re civiya.

Di destpêka civînê de Serokwezîrê Kurdistanê behsa girîngiya Deverê kir û ragihand ku, ev Devera han xwedan roleke gelek girînge jiber ku, sê pêkhateyên girîng yên olî ( îslam, îzdî û Mesîhî)û çendîn pêkhateyên etnîkî ( Kurd, Ereb, Asûrî, Sûriyanî) di nava xwe de bicîh kiriye.

Serokwezîrê Kurdistanê di berdewamiya axaftinên xwe de behsa girîngiya çanda bihevre jiyanê li Deverê kir ku, bûye xale sereke ya cêha şanaziya her kesekî û tekez li ser parastina ev çanda han û bihêztir kirina çanda han kir û hêvî xwest ev bihevre jiyan bibe hewînek bo bihevre jiyanê li tevahiya Deverê.

Serokwezîrê Kurdistanê behsa terajdiyên Rejîma Baesê jî kir û ragihand ku, gava Rejîma Baesê Kurdistan xapûr dikir qet nedigot ev misilimane, ev mesîhiye anjî ev îzdiye, mizgeft, kilîse bi hevre xirab dikir, lê Kurdistan û Gelê Kurd bi yekgirtî ma û niha jî ev yekgirtina han gerentiya serkeftinê ye.

Di debarê awedan kirina Deverê de jî Serokwezîrê Kurdistanê diyar kir ku, piştî sala 2004an destê awedankirinê gehêştiye vê Deverê lê mixabin jiber ku, ev Devera han dikeve nava çarçoweya madeya 140 ya destûra bingehîn a Îraqê heta niha bi awayekî pêwîst nehatiye awedankirin, em weke Hikûmeta Kurdistanê tekez li ser vê yekê dikin ku, yek ji armancên sereke yên Hikûmeta Kurdistanê cîhbicîh kirina madeya 140 ya destûra bingehîn a Îraqêye daku, bikaribin ev Deverên han jî awedan bikin.

Serokwezîrê Kurdistanê ev yek jî diyar kir ku, li cem me Şêxan Kurdistaniye û bêgoman eger her cure refrandomek jî were kirin vê xelkê me biryarê xwe bide.

Di derbarê çareser kirina kêşeyên heyî de jî Serokwezîrê Kurdistanê diyar kir ku, rêya herî baş ya çareser kirina kêşeyên heyî diyalog û jihev fêm kirine û em dixwazên kêşeyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi rêya diyalogê û di çarçoweya destûra bingehîn ya Îraqê de çareser bikin.

Di derbarê paşde ketina çareser kirina kêşeyên heyî û cîhbicîh kirina madeya 140 de jî Serokwezîrê Kurdistanê diyar kir ku, eger Bexda wisa difikre ku, bi xwe dizîn ji madeya 140 û bi derbas kirina demê re vê xwe ji wan kêşeyên han xelas bike bêgoman şaştî dike daxwaza me eve ku, madeya han çareser bibe lewre dibe li Bexdayê de îradeya çareseriyê hebe, eger Îraq daxwaza xêr û xweşî dike vê demê dibe madeya 140 çareser bike.

Serokwezîrê Kurdistanê di derbarê awedaniya Kurdistanê de jî diyar kir ku, li welatekî de ku, 5 hezar Gund hatibin kawêl kirin û 182 hezar Şehîd û Enfal tê de hebin vê demê gelek esteem ku, di rojekî de ew welat were awedankirin, mimkune Hikûmeta nikare di demeke diyar kirî de her tiştekî cîhbicîh bike lê eger bi vêcdan li hin tiştan bimêzînin vê demê der dikeve ku, Hikûmeta Kurdistanê jî gelek tiştên baş kiriye, Şêxan jî yek ji wan Deveraye ku, jiber rewşa xwe ya qanûnî li gorî pêwîstiyan jê re xizmet nehatiye kirin lê birastî jî çendîn projeyên girîng yên di warên curbicur de li Deverê de hatine cîhbicîh kirin.
Top