• Saturday, 18 May 2024
logo

Hijmarek rayedarên kurdên Sûriyê hatin Herêma Kurdistanê

Gulan Media September 23, 2012 Nûçe
Hijmarek rayedarên kurdên Sûriyê hatin Herêma Kurdistanê
Hat zanîn, serok û sekreterên hinek partî û aliyên siyasî yên kurdan li Sûriyê serdana Herêma Kurdistanê kirin û dê bi rayedarên fermî û hêzên siyasî yên Kurdistanê re hevdîtin bikin.

Îro danê sibê, serokê partiya çep a demokrat a kurd li Sûriyê, Salih Gedo, sekreterê partiya niştimanî ya kurd li Sûriyê, Tahir Sifok û endamên encumena niştimanî ya kurdên Sûriyê, Ezîz Dawûd û Ebdulkerîm Omer ji paytexta Îtaliya, Roma hatin paytexta Kurdistanê, Hewlêrê.

Salih Gedo, li bara vê yekê de ji AKnewsê re got, beriya ku em werin Kurdistanê, me li paytexta Îtaliya, Roma beşdarî kongreyek navdewletî kir û emê 3 rojan jî li herêmê bimînin.

Gedo, diyar kir, serdana me bo herêmê, fermî ye û bo gotûbêja rewşa şoreşa kurd li Sûriyê li dijî rejîma wî welatî ye.

Tahir Sifok jî ji AKnewsê re got, em 2 roj berê li Romayê bi serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî re bûn û me li ser rewşa Sûriyê gotûbêj kir.

Sifok, diyar kir, serokê herêmê carekî din piştevaniya xwe bo doza kurd li Sûriyê nîşan da û cext li ser yekbûna hêz û aliyên siyasî yên kurd li Sûriyê kir.

AKnews
Top