• Saturday, 18 May 2024
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê pêşkêşî Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê kir

Gulan Media September 20, 2012 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê pêşkêşî Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê kir
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birêz Serok û Endamên Mekteba Tenfîzî ya Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê

Silavên xwedê li we bin

Ji bo 42 saliya damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê, germtirîn pîrozbahiyê li we yên birêz û tevahiya zanayên ola pîroza îslamê ya li Kurdistanê dikim.

Helbet yekîtiya we ku li ser destê Barzaniyê Nemir hatiye damezrandin rolekî ber bi çav û çalak li tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê û belavkirina hizra neteweyî de dîtiye. Hêvîdarim li ser wê rêbaza pîroza xwe ya ji bo xizmeta gelê Kurdistanê û ola pîroza îslam û hişyarkirina xelk li ser prensîpên dirustiya ola pîroza îslam li aştî û evîniya nîştiman û lêborînî û rawestana dijî bi diyardeyê teror û her helsukeftek ku li gel ruhiyeta ola îslam û bihaya mirovayetiyan neguncê de berdewam bibin.

Xwedayê mezin pişt û penaya we bê


Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
20/09/2012
Top