Fransa li 20 welatan konsolosxaneyên xwe digire
Piştî belavkirina vî karîkatorî ji hêla kovarek parîsî ve, hikûmeta Fransayê ewlekariya li ber sefaretên xwe yên li gelek welatan zêde kir.Roja înê wê li 20 welatan hem balyozxaneyên Fransayê û hem jî dibistanên fransî yên li wan welatan girtî bimînin. Wezîrê Karê Derve yê Fransayê Laurent Fabius jî diyar kir ku bi taybetî li hinek welatan ew ê ewlekariya balyozxaneyên xwe bigihînin astek bilind lê belê ew welat bi nav nekir. Di derbarê weşandina karîkaturan de jî Fabius ji France Info re wiha axifî: "Ev yek ne tiştek aqilane ye ku benzînê bi agir de dirêjin."
Hêjayî gotinê ye ku di rojên derbasbûyî de li Emerîkayê fîlmek li dijî Pêxemberê Îslamê Hezretî Mihemed hatibû kişandin û ev fîlm li hemû welatên Misilman bûbû sedema nerazîbûnên tund û dîplomatên emerîkî di encama êrişan de hatibûn kuştin.
Rudaw