Gelê Xaneqînê li dijî wezareta petrola Iraqê xwepêşandan kir
XanaqinSerokê lêjneya parastina berjewendiyên gelê Xaneqînê, Selam Ebdula, got, me îro bi alîkariya welatiyên Xaneqînî, li dijî girtina navenda sûtemeniya bajêr û derxistina polîsên kurd li wir ji aliyê wezareta petrola Iraqê ve, xwepêşandan kir.
Endamê lêjneya han, Emî Elî jî got, xelk dixazin navenda sûtemeniyê demildest bê vekirin û karkirên nû bên wergirtin, her wiha bilîtên taybet bo dabeşkirina sûtemeniya zivistanê bên çêkirin û pêşiya gendeliyê bê girtin û heyama kar jî bibe 7 saet.
Elî, diyar kir, yek ji daxaziyên girîng ew e ku polîsên kurd dîsa vegerin ser karê xwe û heke ev yek nehat cîbicîkirin divê hikûmeta herêmê wan polîsan werbigire.
AKnews