Serokwezîr Encamên Civîna Heyeta Kurdistanî Ya Bi Hikûmeta Bexdayê Re Ragihand
Serokwezîrê Kurdistanê eşkere kir ku, di civînê de Hikûmeta Bexdayê ev yek diyar kiriye ku, amadeye mesrefên ev kompaniyên petrolê yên ku, li Kurdistanê de kar dikin bide û herwiha di parê enerjî û sûtemenî de jî Hikûmeta Bexdayê vê ji bûdceya seyadî ya Îraqê weke parê Kurdistanê a ji bûdceya giştî a Îraqê ji sedî 17 dibe û herwiha Hikûmeta Îraqê vê qerebûya demên derbasbûyî jî bike.
Serokwezîrê Kurdistanê herwiha eşkere kir ku, Hikûmeta Îraqê tekez li ser vê yekê jî kiriye ku, parê Hikûmeta Kurdistanê a di warê sûtemenî de li gorî pîwera ji sedî 17 dide Kurdistanê û li hember de jî Hikûmeta Kurdistanê dibe hêlbirîna petrola xwe ji rojane 140 hezar bermîl bike rojane 200 hezar bermîl.