• Saturday, 18 May 2024
logo

Serokwezîr Û Emîndarê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Civiyan

Gulan Media September 20, 2012 Nûçe
Serokwezîr Û Emîndarê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Civiyan
Duh Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî serdana Emîndarê giştî yê Yekgirtûya îslamiya Kurdistanê Mamoste Muhemed Ferec kir.

Di hevdîtineke de rewşa siyasiya Kurdistanê û peyvendiyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatin nîqaşkirin û pişt re jî behsa guhertinên heyî yên li Deverê jî hate kirin.

Her di vê hevdîtina han de her du alî tekez li ser esas girtina rêyên aştiyane bo danûstanan û destpê kirina giftûgoyan di çarçoweya destûra bingehîn û mekazagonên hevbeş bo çareser kirina kêşeyên heyî kirin û her du alî yekhelwestiya xwe a li hember ev kêşe û metirsiyên ku, bi Kurdistanê re rûbirû dibin diyar kirin.

Di berdewamiya vê hevdîtina han de her du alî tekez li ser pêdeviya cîhbicîh kirina meseleya reform û çaksazî di her warî de li Kurdistanê de kirin û behsa girîngiya rola opozisyonê û beşdarî kirina vê di meseleya çaksazî û zêdetir zal kirine meseleya demokrasî de kirin.

Di dawiya vê hevdîtina han de meseleya hewldanên Hikûmetê û encamên wan hewldanan di derbarê bûyerên Devera Behdînanê de jî hatin nirxandin û her du alî biryar dan daku, komîteyeke taybetî bi Nuneratiya Hikûmet û Yekgirtûya îslamî bo dawî anîn bi dosyeya han were damezrandin.

Di dawî de jî yekgirtûya îslamiya Kurdistanê amadebûna xwe bo nehêştina nakokiyan di navbera aliyên siyasî yên Kurdistanê û asayî kirina peyvendiyên xwe yên bi tevahiya aliyên siyasî re diyar kir û ragihand ku, ev erkê Hikûmetê ye ku, karasanî bo asayî kirina rewşa han bike.

Li Hember de jî Serokwezîrê Kurdistanê li ser navê Hikûmetê eşkere kir ku, Hikûmeta Kurdistanê bo asayî kirina peyvendî û rewşa han û bihêztir kirina yekhelwestiya aliyên siyasî amadeye her cure pêngaveke erênî bavêje.
Top