Li Qamişlo teqîn: Rêveberê Ewlehiya Leşkerî mir
Li gorî nûçeya ajansa Feratê, teqîn Duh saet derdora 08.30an de li Çarêyana Sîwan li ber avahiya Ewlehiya Leşkerî ya Sûriyê pêk hat.
Hate îdîakirin ku di encama teqînê de Rêveberê Ewlehiya Leşkerî yê Qamişloyê Faysal Ebu Yusuf miriye û karkerekî paqijiyê yê şaredariyê jî birîndar bû.
Heta niha sedema teqînê nehatiye zanîn.