• Saturday, 18 May 2024
logo

Parlementerekî Goran: Lîsteya Malikî em firotin

Gulan Media September 19, 2012 Nûçe
Parlementerekî Goran: Lîsteya Malikî em firotin
Parlementerkî tevgera Goran li parlementoya Iraqê, diyar kir, fraksyona Goran bo endamtiya komîsyona hilbijartinên Iraqê pişta xwe bi lîsteya dewleta yasa ve girêda lê wan Goran firot.

Parlementerekî tevgera Goran li parlementoya Iraqê, ku nexwest navê wî bê aşkerekirin, ji AKnewsê re got, sedema ku fraksyona Goran li parlementoya Iraqê di destnîşankirina endamên komîsyona hilbijartinan de ser neket, ew bû ku xwe bi lîsteya dewleta yasa ve girêda lê wan jî Goran firot.

Parlementerê han, diyar kir, piştgiriya helwest û nêrînên dewleta yasa li bara komîsyona hilbijartinên Iraqê, zirarek mezin li me da, her wiha li Bexdayê jî zirar gihîşt me. Tevger û fraksyona Goran tu hevkariyek bi dewleta yasa re tune lê xuya ye serokê fraksyona Goranê bi lîsteya Malikî re hevpeymanî daniye û wiha domand:

Beşek ji rêvebiriya tevgera Goranê li dijî helwest û nêrînên serokê fraksyona Goranê ne lê beşek jî pişta wî digirin.

AKnews çend caran xwest nêrînên serokê fraksyona Goran li parlementoya Iraqê, Serdar Ebdula werbigire lê Ebdula wiha got, “Ez tiştekî li ser wê daxuyaniyê nabêjim.”

Tê zanîn, tevgera Goran xwest endamên komîsyona hilbijartinan ji 9 bo 15 bê zêdekirin lê pêşniyara han deng nehanî.

AKnews
Top