Li Çewlîkê êriş: 7 leşker hatin kuştin û 56 jî birîndar bûn
Li ser rêya bejayî ya Mûş û Çewlîkê li herêma 11 Evlerê, saet 12.45'an dema wesayîta leşkeran derbas dibû rastî êrîşa gerîlayên HPGê ya bi roketî û çekan hat. Di dema êrîşê de otobusek jî şewitî. Gelek ambulsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Waliyê Cewlîkê Mustafa Hakan Guvençer, diyar kir ku gerîlayên HPG'ê bi roketan êrîş kirine. Guvençer wiha got: “Di êrişê de 7 leşker mirine û 56 leşker jî birîndarin. Herwiha birîna gelek birîndaran jî girane.”
Rudaw