PYD: Hesekê azad nebûye
Piştî şevê din beşa erebî ya televizyona Skynews vîdeoyek nûçeyî di derberê rizgarbûna parêzgeha Hesekê de belav kir û diyar kir ku ew bajar di bin kontrola PYDê de ne, piraniya dezgehên ragihandinê yên başûrê Kurdistanê ev nûçe wekî ku bajarê Hesekê hatibe rizgarkirin belav kirin.
Di 19ê tîrmeha îsal de hêzên artêşa Sûriyê xwe ji bajarê Kobanê vekişandibin û ev bajar ketibû di bin kontrola kurdan de. Rojên peyre jî bajarên rojavayê Kurdistanê yên mîna Efrîn, Amûdê, Tirpespiyê, Girkê Legê û Dêrik jî bi heman şêweyî ketibûn di bin kontrola kurdan de.
Parêzgeha Hesekê li rojhilatê Sûriyê ye û cîranê Tirkiye (bakûrê Kurdistan) û Herêma Kurdistan e. Hejmara şêniyên vê parêzgehê zêdetirî 1 milyon û 500 hezaran e. Bajarê Hesekê navenda parêzgeha Hesekê ye. Qamişlo, Dêrik, Serêkaniyê û Amûdê giringtirîn bajarên li wê parezgehê ne. Cûdabûna bajarê Hesekê ji bajarên din ên li parêzgeha Hesekê ew ku hewlek taybet ji bo erebkirina bajêr hatiye dayin. Ji wê yekê hejmarek mezin a ereban li wir heye.
Rudaw