• Saturday, 18 May 2024
logo

Parlamenterên BDPê banga ‘Rawestandina Şer’ li Erdogan kirin

Gulan Media September 18, 2012 Nûçe
Parlamenterên BDPê banga ‘Rawestandina Şer’ li Erdogan kirin
Piştî kurê parlamenterê BDPê Sirri Sakik jiyana xwe ji dest da û serokwezîrê Tirkiyê Tayîp Erdogan bi telefonê sersaxî jêre xwest û Sakik banga ‘Rawestandina xwînê’ li Erdogan kir, vê yekê rojeva Tirkiyê ya siyasî guherand. Parlamenterên BDPê jî piştgirî dan vê bangê û bang li Erdogan kirin.

Berî du rojan kurê parlamenterê BDPê yê Muşê Sirri Sakik, Sidar Sakik xwe ji şaneşîna malê avêt û jiyana xwe ji dest da. Piştî vê yekê serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan bi telefonê li Sakik geriya û sersaxî jêre xwest. Sakik ji Erdogan re got: “Ger hun pirsa Kurd çareser bikin, hunê bibin ezîzê vê civakê.” Parlamenterên BDPê jî piştgirî dan vê banga Sakik. Li gor rojnameya Akşamê, dîtina hevpar a “Hê ne derenge. Em amadene tişta bikeve ser milê xwe bikin. Ger serokwezîr bixwaze wê rewş biguhere.”

Ger serokwezîr bixwaze, wê rewş bê guhertin

Parlamenterê BDPê yê Şirnexê Hasîp Kaplan: Diyaloga bi mirina kurê Sakik dest pê kirî, dikare vegere hêviyekê. Divê pêngavekî nû bê avêtin. Ez wekî mirov, ferd û parlamenterekê ji bo pêngavekî nû amademe tişta ji min bê heta dawiyê bikim. Ji bo herkesên li vî welatî dijîn, rojek jî giring e. Hê serokwezîr tiştên pêwîste bên kirin, nekiriye. Em nizanin çi wî asteng dikin û herku diçe tundtir dibe. Ji bo bêdengkirina çekan, hê ne derenge ku pêngav bên avêtin. Ger serokwezîr bixwaze, wê rewş bê guhertin. Divê berî her tiştî em vî zimanê kînê rawestînin. Erdogan got, ‘Ezê navê gundan biguherînim, ne guherand.’ ... Pêşniyara me ya ji bo perwerdeya bi zimanê dayîkê bê bersiv hat hiştin. Qasî 14 mehane tê gotin ku kostera diçe Îmraliyê xirabiye û hevdîtin nayê kirin. Ji bo fermîbûna tevgera kurdî, divê kanalên siyasî vekirî bin. Erk dikeve ser milê BDP û partiyên opozisyonê.

Divê ev hevok wisa bi dawî nebe

Wekîla Koma BDPê Perwîn Buldan: Dema ku Sirri Sakik êşa kurê xwe dikişand, birêz Serokwezîr nezaket nîşan da û telefon vekir... Gotinên Sakik ên di vê diyalogê de yên wekî ‘Divê xwîna dirije bê rawestandin û dawî li êşa zarokan bê anîn’ pir giring e. Lê Erdogan bi gotina ‘Tişta ji destê min hat, min kir, lê min bersiv nestand’ nikare berpirsyartiya xwe ya ji bo çareseriyê bide aliyekê. Divê ev hevok wisa bi dawî nebûya... Gavên erênî yên ku pêwîste serokwezîr bavêje, wê di raya giştî de piştgiriyekî mezin wergire. Pirsa kurd bi operasyonan çareser nabe... Axaftina Erdogan a 1ê Cotmehê ya ji bo sala nû, wê ji bo aştiyê bibe firsend.

Ji bo aştiyê hê şans heye

Parlamentera serbixwe ya Wanê û hevseroka KCDê Aysel Tugluk: Divê kes nefireke û bêje, ‘Tişta ji destê min tê, min kir û evqase.’ Ji bo aştiyê hê jî şans heye. Hemû siyasî berpirsê van mirinan in. Xala ku niha em hatineyê, nîşan daye ku pirsa kurd bi vekirina televizyonekî kurdî yan jî dersa bijarte ya kurdî çareser nabe. Pirsa kurd bi paşguhxistina kurdan çareser nabe. Dema muzakere xelas dibin, şiddet dest pê dike. Pêvajoya Osloyê serdemekî nû ya vî welatî ye. BDP rasterast mûxatabê pirsa kurd e, lê ne tekane aktore. Divê serokwezîr Erdogan bêje, ‘Êdî bese, bila ev şer bi dawî bibe.’ Ger çareseriyekî ji dil û rasteqîne pêşkêş bike, em jî wê piştgiriyê bidinê. Serokwezî timî BDPê ji derve dihêle. Çareserkirina pirsa kurd, wê gelek tiştan bi serokwezîr Erdogan qezenc bike. Kî pirsa kurd çareser bike, wê bikeve dîrokê û lîderê rasteqîne yê wî welatî.

Gotinên serokwezîr bendewarî û pêşniyare

Parlamenterê AKPê yê Amedê Galip Ensarioglu: Wekî ku çareseriyek bê diyalog çênebe, niyeta paqij a li beramberî hev jî şerte. Ev kar tenê bi hewldanên aliyekê çênabe. Hevokên ku birêz Sakik bi jiyankirina êşa ewladê xwe û hesasiyeta bavekê çêkirî, empatî bi xwe ye... Ji bo çareserkirina vê pirsê, her kes tişta ji destê wî tê wê bike û wê peyamên xwe di vî warî de bide. Diyaloga navbera birêz serokwezîr û birêz Sakik ji bertekekê zêdetir, bendewarî û pêşniyar in. Serokwezîr li aliyekê dibêje, ‘Em dixwazin tişta ji destê me bê bikin û li bendêne beramberiyê bibînin.’ Hêvîdarim ku ev gotin wê bigihîjin cihê xwe. Heta niha BDPê ji bo çareseriyê xemsar rawestiyaye. Tişta dike, tenê ya opozisyon dike ye. Divê ji bo berdewambûna diyalogê û afirandina çareseriyê di nava hewldanan de be. Xeteriya şerê navxwe nîne, lê hewldanên PKKê di vî warî de ne...

Rudaw
Top