25 milyon dolar xelat bo seriyê Esed hate danan
Li gor ajansa Tirkî Anedol ya nûçeyan, fermandarê Artêşa Sûriyê ya Azad Ehmed Hîcazî birî 25 milyon dolar bo ew kesê Beşar el-Esed bi mirî yan zindî radest bike hate terxankirin.
Hîcazî diyar kir ku ew birê pereyan ji aliyê karsazên Sûriyê yên li hundir û derveyî welat ve hatiye pêşkêşkirin û got ew navê wan bo parastina ewlehiya jiyana wan aşkera nake.
19 meh derbaz bûn li ser destpêkirina xwepêşandan û raperîna gel li Sûriyê li dijî rejîm û desthilatê ku heta niha ji ber tepisandina xwepêşandanan ji aliyê hêzên rejîmê ve di bûyeran de zêdetirî 25 hezar kesî ji welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane.
AKnews