• Saturday, 18 May 2024
logo

Şandeya Kurdistanê serdana xwe a yekhefteyî bo Amerîkayê bidawî anî

Gulan Media September 17, 2012 Nûçe
Şandeya Kurdistanê serdana xwe a yekhefteyî bo Amerîkayê bidawî anî
Duhî roja yekşemiyê, şandeya herêma Kurdistanê ku, ji Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê û Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê pêk dihat, dawî bi serdana xwe ya yekhefetyî bo Waşîngton û New Yorkê anî.

Şandeya herêma Kurdistanê di dîdar û hevdîtinê xwe yên bi perpirs û rayedarên amerîkî re çend pirsên giring yên girêdayî rewşa Îraqö, irîza siyasiya Îraqê, rewşa herêmî, bi taybetî têkeliyên digel Tirkiyeyê û rewşa Suriyeyê behis kirin.
Fuad Hisên di daxuyaniyekê de got ku, wan tekîd li ser giringiya rola berdewam a hikûmeta Amerîkayê li Îraqê, bi taybetî, di vê demê de ku, pirosesa siyasî rastî aloziyek mezin hatiye û Suriya jî di kirîzeke kûr de ye û pêwîste Amerîka di helwestên xwe de balance li ber çavan bigire. Hisên tekîd li ser helwestê hikûmeta Kurdistanö kir ku, pabendbûn bi destûrê bo çareserkirina hemû pirsên hilawîstî bi hikûmeta federal re ye.

Şandeya herêma Kurdistanê pêşwazî li piştgiriya berdewam a hikûmeta Amerîkayê bo binyatdanan Îraqeke demokratîk, federal û plural kir û dive çarçoveyê de Felah Mistefa got:

- Amniyet û îstîqrara herêma Kurdistanê digel berhemhênerên kompaniyên biyanî û bi taybetî amerîkî ji bona ku herêma Kurdistanê bibe modelek pêşkeftî bo hemû Îraqê, alîkar bûne.

Şandeya herêma Kurdistanê di serdana xwe a yek hefteyê de bo Amerîkayî gelek dîdar û hevdîtin digel berpirsên balayên Qesra Sipî, wezareta derve, wezareta bergiriyê û senterên lêkolînê encam dan.
Şandeya Kurdistanê:
- digel Jon Makin, Jo Liberman, Lendzi Grham, Mayîk Rocerz û endama kongresê Lorîta Sancêz civiyan.
- Beşdarîkiirn di civînekê de digel grûpa dostaniyê digel herêma Kurdistanê li kongresa Amerîkayê bi serokatiya Jo Wilson.
- Civîna digel desteya civata bazirganiya Amarîka-Kurdistan û serokê civatê generalê teqawîd Jeîmes Conz.
- Hevdîtin digel hijmareke ji berprisên berê yê hikûmeta Amerîkayê û diplomatkarn û saziyên hizrî.
- Beşdarîkirin di civîneke taybet a civata têkeliyên derve.
- Hevdîtin digel Jeffry Feltman cîgirê sekreterê giştiyê Neteweyên yekgirtî bo karûbaêrn siyasî.

Peyma berprisên hikûmeta Amerîka di hemû civîn, dîdar û hevdîtinan de ew bû ku, hikûmeta Amerîkayê bi piştgirîkirina Îraqê û herêma Kurdistanê pabend e û hikûmeta amerîkî ji nêzîk ve rewşa herêmî dişopîne.
Top