• Saturday, 18 May 2024
logo

Hevdîtinên pêncemîn roja şanda Herêma Kurdistanê li Emerîka

Gulan Media September 16, 2012 Nûçe
Hevdîtinên pêncemîn roja şanda Herêma Kurdistanê li Emerîka
Li pêncemîn roja serdana xwe ya Emerîka şanda Herêma Kurdistanê ku Birêz Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêmê û Felah Mistefa Berpirsê Pêwendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li gel Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Cîgirê Serokê Emerîka û karbidestên lîjneya pêwendiyên derveyê encumena pîran û şîrovekarên Wezareta Derve û nûnerê taybetî û rêkxerê karubarê uzeya navdewletî re civiya.

Li yekemîn hevdîtina li gel birêz Tony Bilînkîn Şêwirmendê Asayîşa Neteweyiya Cîgirê Serokê Emerîka şanda Herêma Kurdistanê behsa asta pêwendiyên di navbera her du aliyan kir û armanca serdana xwe ya Emerîka û encama hevdîtinan xisterû. Heman demî de behsa pêşketinên dawî ya siyasiyên Iraq û navçeyê kirin û behsa wan qeyran astengan kirin ku bûne li ber pêvajoya siyasiya Iraqê bûne asteng. Şanda Herêmê tekez li ser girîngiya pabendbûna bi destûr û wan peymanan kirin ku ji bo çareserkirina pirsên di navbera Hewlêr û Bexda û tevahiya qeyrana siyasî li Iraqê.

Tony Bilînkîn pabendbûna Emerîkayê bi pêwendiyeke demdirêj li gel Iraqû Herêma Kurdistanê dupatkir û ragihand ku Hikûmeta Emerîka piştgîrî li pêvajoya siyasiya Iraqê û bi cîhkirina destûra Iraqê dike ku bi awayeke hemû gelên Iraqê li vê pêvajoyê de beşdarbibin. Heman demî de tîşk xiste li ser mekanîzma karkirina kompanyayên Emerîkiyan li welatan û got Hikûmeta Emerîka dest naxe nav karubarê kompanyayên kertê taybet, belku kompanya bi xwe biryara karkirina xwe didin.

Li vî derbarî de şanda Herêmê siyaseta Hikûmeta Herêmê li ruyê pêwendiyan û avadankirin û binyatnan û geşepêdana aborî û bazara azad û pîşesaziya neft de xisterû. Fuad Husên balkişand li ser wê yekê ku hemû hengavan li gor destûre û armanc jî têda bihêzkirina pêgeha aboriya welat û dabînkirina xweşguzeraniye ji bo welatiyan.

Serokê Dîwana Serokayetiya Herêmê behsa serdana şanda Herêmê ya Bexda kir û encama serdan û rêkeftina destpêkê ya şanda Herêmê li gel Bexda sebaret bi pirsa neft û pareya kompanya neftiyên li Herêmê kar dikin bi amadevanan ragihand. Her wiha got ev hengav pêşketinekî nû ye li peymanên li gel Bexda ji bo zalbûna li ser pirsên pêwîst bi neft.

Her li vê hevdîtinê de behsa rewşa Suriye û encamên wê qeyranê ya li ruyê siyasî û mirovî û koçberên Suriye li Herêma Kurdistanê kirin.

Paşê şanda Herêma Kurdistanê li gel lîjneya pêwendiyên derve li encumena pîran (Senato) kombûn. Li hevdîtinê de helwesta Hikûmeta Herêma li ser pirsên niha û qeyrana siyasiya Iraq û pêvajoya aloza Suriye dûpatkirin. Li vî derbarî de şanda Herêmê balkişandin li ser pabendnebûna Hikûmeta Federal ya bi destûra Iraqê wekî fakterekî serekiya serhildana qeyranan nîşandan.

Paşê balkişandin li ser meseleya hatina kompanyayên neftiyan û şandina nefta Herêma Kurdistanê kirin. Şanda Herêmê balkişandin li ser wê yekê ku dahata nefta Kurdistanê jî ji bo tevahiya Iraqe û Hikûmeta Federal bi xwe serpereştiya şandin û dahatan dike. Heman demî de ew girêbestên hatine îmzakirin jî bi awayeke şefaf û li gor destûra welat bû. Ji bo wê yekê tu behaneyek tûne ji bo Hikûmeta Federal ku rê li pêşxistina samanên nîştimanî bigre.

Felah Mistefa bi kurtî di derbarê guhertinên dawî ya li ruyê pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexda axaftinek pêşkêşkir balkişand li ser wê yekê ku hewl ji bo peydakirina çareseriyeke guncaw ji bo pirsan pêkve karkirina ji bo zalbûna li ser qeyranan berdewam dibe.

Her li vê hevdîtinê de behsa wan pêşketinan kir ku Herêma Kurdistanê bi xwe ve dîtiye. Heman demî de tîşk xistin li ser siyaseta Hikûmeta Herêmê ya ji bo rexsandina derfeteke li ser kompanya û veberhênerên biyanî li Herêmê.

Li dirêjiya hevdîtinan de li Washingtonê şanda Herêma Kurdistanê li gel Balyoz Karlos Baskal şanda taybetî û rêkxerê uzeya navdewletî û Amus Hostin Cîgirê Yarîdederê Wezîrê Derveyê Emerîka ya dîplomasiyeta uze de kombûn.

Li civînê de behsa pêşketinên Herêma Kurdistanê kirin ku li van çend salên dawî qonaxên dirêj li ruyê pêşketina pîşesaziya neft û dabînkirina kehrebe ji bo welatiyan derbas kiriye. Şanda Herêmê tekez li ser girîngiya pêşxistina samanên neteweyî kir bi awayekî ku hemû gelên Iraq têda sûdmend bibin.

Fuad Husên behsa rêkeftina dawî ya li navbera Hewlêr û Bexda ya sebaret bi perê wan kompanyayên neftiyên li Herêma Kurdistanê kar dikin kir. Ew rêkeftin li encama serdana şanda Herêma Kurdistanê ya Bexdayê pêkhat. Serokê Dîwana Serokayetiya Herêmê wan hengavan li rêya çareserkirina hemû pirsan de bi girîng wesif kir.

Her du alî pabendbûna bi destûr û pêkanîna diyalogê li rêya çareseriya bingehîn ji bo çareserkirina pirsan dana.

Heman roj şanda Herêma Kurdistanê beşdarî li civîneke Wezareta Derve kirin ku têda hejmarek li şîrovekarên siyasî û bîrmend amadebûn. Şanda Kurdistanê behsa metirsiyên li ser pêvajoya siyasiya Iraqê û wan astengan kir ku hatine ber binyatnana Iraqa nû ku xwe ji demokrasiyet û pêkve jiyan û hevbeş kirina rasteqîne li desthilat û dabeşkirina dahatê bi awayekî dadperwerane dibîne.

Şanda Herêmê bi eşkere helwesta Herêma Kurdistanê bi siyasetvan û şîrovekarên Wezareta Derveyê Emerîka sebaret bi pirsên niha ragihand. Heman demî de behs li mekanîzma çareserkirina qeyranan kirin ew jî karkirina bi pêkve ji bo pabendbûna bi destûr û peymanan.

Li mijareke dinê hevdîtinê de behsa rewşa îro ya navçeyê û bandora qeyrana Suriye li ser pêvajoya navçeyê bi awayekî giştî kirin. Şanda Herêma Kurdistanê helwesta Herêmê ya li ser wan pirsan xisterû û hêvî xwestin ku civaka navdewletî bi awayeke çalaktir nêzîkî gelên Suriye bibin û wan ji azar û êşan rizgar bikin. Heman demî de behsa rewşa penaberên Suriye li Herêm û paşaroja gelê Kurd li wî welatî hate kirin.

Heman roj şanda Kurdistanê li Wezareta Derveyê Emerîka li gel birêz Barbara Lîf Cîgira Yarîdederê Wezîra Derve civiya. Li civînê de şanda Herêma Kurdistanê bi sedema kuştina Balyozê Emerîka li Lîbya û çend dîplomatekî li wî welatî pirse û serxweşiyên xwe pêşkêşî amadevanan kir û hevxemiya xwe li deftera bîranînan de tomarkirin.

Şanda Herêmê tekez li ser girîngiya pêwendiya demdirêj ya li gel Emerîkayê kirin û hêvî xwestin kompanya û veberhênerên Wîlayetên Yekgirtiyê Emerîka hebûna xwe li Herêma Kurdistanê bi navê sûd û berjewendiya her du aliyan de zêdetir bibe.

Her du alî behsa rewşa îro ya Herêma Kurdistan û Iraq û navçeyê kirin. Şanda Kurdistanê balkişand li ser pêşketinên Herêm û wan hengavan kir ku Hikumeta Herêmê bi navê geşkirina aboriya welat û aramî û bexteweriya welatiyan pêkaniye.

Her wiha behsa rola Kurd ya li piştî rûxana rejîmê li binyatnana welat û pejirandina bingehên demokrasî û nivîsîna destûr û dûbare pêkanîna artêşa Iraqê de kirin. Li vî warî de balkişandin li ser wê yekê ku niha Herêma Kurdistanê dixwazê‌ Iraqa federal demokrat û firehî bê û hemû aliyên serekî li proseya siyasî de beşdar bibin û paşaroja welat jî bi awayekî dadperwerane bête dabeş kirin.

Şanda Herêmê behsa girîngiya çareserkirina pirsê helawestiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê kirin, heman demî de behs li pirsa şandina nefta Herêmê û karkirina kompanyayên neft li Herêmê kirin. Li vî warî de tekez li ser pêwîstiya çareserkirina vê pirsê kirin ku pêwîste dahata Iraq û başkirina guzeraniya welatiyan bête zêdekirin.

Paşê şanda Kurdistanê li gel Balyoz Mîlanî Varvîr Berpirsê Karubarê Kêşeyên Afret li cîhanê re civiya. Li civînê de xanim Mîlanî xweşhaliya xwe ji bo wan data û amaran nîşan da ku balê dikşînin li ser girîngîpêdana Hikûmeta Herêmê bi şiyan û lêhatên jinan li civakê de. Rêzdar got Herêma Kurdistanê qonaxekî baş bi navê binyatnana civaka şaristaniya nujen de derbas kiriye.

Şanda Kurdistanê ji bilî nîşandana spasguzariyê balkişandin li ser pêgeha rola jin li civaka Kurdistanê û beşdariya wan çalak li Parlemen û Hikûmet û rêxistinên civaka medenî û dezgehên din de kirin.

Her du alî behsa girîngîpêdana kêşeyên civakî kirin û hêvî xwestin pêkve bikarin bernameyek ji bo zêdetir pêşxistina pêgeha jin li civaka Kurdistanê de deynin.

Şanda Kurdistanê behsa hengavên Hikûmeta Herêm û bernameya Serok Wezîr Nêçîrvan Barzanî ya li ruyê girîngîpêdana mafên jin û rê girtina li her tundutîjiyek ku beramber jinan kirin.
Top