• Saturday, 18 May 2024
logo

Çaremîn roja serdana şandeya kurdistanê li Waşîngtonê

Gulan Media September 15, 2012 Nûçe
Çaremîn roja serdana şandeya kurdistanê li Waşîngtonê
Di çaremîn roja serdana xwe a bo Amerîkayê de, şndeya herêma Kurdistanê ku, ji Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê û Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê pêk tê, li Waşîngtonê hijmareke çalakiyî, dîdar û hevdîtinan pêkanîn.

Di civîna xwe ya digel civata bazirganîya Amerîkayê de ku, general Jim Jonz serokê civata bazirganiyê, hemû endamên civatê û mezine kompaniyên emerîkî yên weke; Exxon Mobil, Marathon û Exsit Energy amade bûn, şandeya herêma Kurdistanê behsa derfetên sermayerazandinê li herêma Kurdistanê kir û siyaseta herêma Kurdistanê a di ware geşepêdana sektora aborî, teşwîqkirina sektora taybet û kompaniyên biyanî ku li herêma Kurdistanê sermayeyê xwe birazînin, zelal kir.


Jim Jonz serokê civata bazirganiya Amerîkayê ku, dostekî nêzîkî gelê Kurd e û ji nêzîk haydarî rewşa Kurdistanê ye, got ku ew piştgiriya pêşkeftina herêma Kurdistanê dikin û şirket û kompaniyên amerîkî teşwîq dikin ku li herêma Kurdistanê beşdariyê di pirosesa avadankirinê de bikin.
Şndeya herêma Kurdistanê jî behsa siyaseta herêma Kurdistanê a di ware berfirehkirina têkeiyan bi cîhanê re, siyaseta pîşesazî, enerjî û neftê û hatina kompaniyên biyanî, bi taybetî şirket û kompaniyên amerîkî, bo herêma Kurdistanê kir. Behsa hatina şandeyeke civata bazirganiya Amerîkayê bo herêma Kurdistanê hat kirin û amadekarî ji bo wê serdanê tên kirin.


heman roj li Waşîngtonê, şandeya herêma Kurdistanê digel Cabir Hebîb Cabir sefîrê Îraqê yê li Amerîkayê civiya û di civînê de rewşa siyasiya Îraqê hat nirxandin û her du aliyan tekîd li ser çareserkirina hemû pirsgirêkan li gor destûr û bi rêya diyalogê kir.
Pişt re heyeta Kurdistanê, li ofîsa nûneratiya hikûmeta Kurdistanê a Waşîngtonê, digel Dived Polak serokê peymangeha Waşîngtonê bo pirsên siyasiyên Rojhilata Nêzîk û Jaimes Jeffry sefîrê berê yê Amerîkayê li Îraqê, civiya.

Di civînê de çend pirsên stratejîk û aktuel di rojeva Kurdistan, Îraq û herêmî de hatin nirxandin. Şandeya Kurdistanê behsa aloziya rewşa siyasiya Îraqê û pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê; pirsa neft û gaze, pirsa pêşmerge, budce û madeya 140 kir.
Herwesa behsa rewşa Suriyeyê hat kirin û di vî warî de şandeya Kurdistanê helwesta herêma Kurdistanê li hember rewşa surî ku, divê gelên surî bixwe biryara çarenivîsê xwe bidin û gelê kurd jî di suriya nû de bigihîje mafên xwe yên adil, diyar kir.


li Waşîngtonê, Hisên û Mistefa digel kongresman Jo Wilson havserokê grûpa dostîniya digel gelê Kurdistanê li kongresa Amerîkayê û hijmareke endamên wê grûpê ku, ji her du patiyên serke yên amerîkî pêk tên, civiyan.
Di civînê de Jo Wilson got:”Em, weke grûpa dostîniya digel gelê Kurdistanê li kongresa Amerîkayê piştgiriyê li siyaset û helwestên herêma Kurdistanê yên do ware avadankirin, aramî, pêkvejiyan û aboriya Kurdistanê dikîn.”

Şandeya herêma Kurdistanê pêngavên vê grpê bilind nirxandin û her du aliyan tekîd li ser pêşxistina têkeliyên navbera Kurdistan û Amerîkayê de kir.
Top