Li Amedê Amadekariya Operasyopeneke Mezin a Leşkerî
Li gorî nûçeya îro di ajans û rojnameyên tirkan de belav bûn, li balafirgeha leşkerî ya Amedê çûn û hatineke zêde ya balafirên şer heye. Di nava 3 rojên dawî de ji Eskîşehîr, Bandirma, Amasya û Konyayê ji 25 heban zêdetir balafirên şer li baregeha esmanî ya Amedê danîn. Li gorî nûçeyan di rojên pêş de dê li hemberî PKK’ê operasyoneke dersînor pêk bê û ev çûn û hatin encama vê yekê ye.
Li gorî rojnmeya Milliyetê ev balafirên şer ên ku li Amedê hatin danîn piştgirî didin operasyona leşkerî ya li Culemêrgê tê meşandin. Hêjayî gotinê ye operasyon bi 7 tabûr leşkeran tê meşandin.