2 muxtar li Kerkûkê hatine kuştin
Çavkaniyekê ji polîsê Kerkûkê ji AKnewsê re daxuyand ku şeva borî, li taxê 1ê Hezîran li başûrê Kerkûkê çend çekdarên nenas bi çekên bêdeng êriş birine ser muxtarê taxê û ew di cih de kuştin.
Çavkaniyê ronî kir ku ew muxtar bi navê Amir hemdaniye ye û bi eslê xwe ereb e.
Di heftiya borî de, muxtarê taxa “Tisaîn (90)” Ebas Mehdî Axa bi heman awayê bi çekên bêdeng hate kuştin, navhatî bi eslê xwe tirkman e.
AKnews