• Saturday, 18 May 2024
logo

Naveroka rêkeftina Hewlêr û Bexdayê derbarê petrolê

Gulan Media September 15, 2012 Nûçe
Naveroka rêkeftina Hewlêr û Bexdayê derbarê petrolê
Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê li dor pirsa petrolê rêkeftin û biryar e Herêma Kurdistanê di destpêka meha bê de henardina petrola xwe zêde bike û Bexda jî pereyên kompaniyên biyanî yên petrolê li herêmê xerc bike.

Li gorî rêkeftinê ku di civîn pêr li Bexdayê ya navbera şanda hikûmeta herêmê û hikûmeta Iraqê de pêk hat, divê herêm di vê mehê de 140 hezar bermîl petrol bi rêya Bexdayê û di 3 mehên bê de her roj 200 hezar bermîl petrol henarde bike.

Wezareta Darayî ya Iraqê jî dê di heyama heftiyekê de sulfeyeke darayî bi qasî trilyonek dînarê iraqî bide hikûmeta herêmê wek kirêya kompaniyên berhemhênerên petrolê li herêmê.

Li gorî heman rêkeftinê, divê hikûmeta herêmê henadeya petrola xwe di sala bê de diyar bike digel kirêya kompaniyên biyanî daku têkeve nav budceya giştî ya Iraqê de.

Her du alî rêkeftin ku para herêmê 17% ji berhemên petrola ku li Iraqê tê palavtin bê dayîn, tevî terxankirina 17% ji sûtemeniyê bo weêstgehên elektrîkî yên herêmê.

Di rêkeftinê de hatiye detnîşankirin ku cîbicînekirina her bendekê dê bê wateya binpêkirina hemû bendên rêkeftinê.

Tiştê ku niha maye, divê hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê rêkeftinê îmza bikin û biryar e di vê heftiyê bête îmzakirin, malpera fermî ya hikûmeta herêmê wiha veguhastiye.

AKnews
Top