Serokwezîrê Kurdistanê Bi Parêzgarên Kurdistanê Re Civiya
Di destpêka civîna han de biryar û bername û projeyên civîna berê ya Serokwezîr û Parêzgarên Kurdistanê hatin nirxandin û biryar li ser vê yekê jî hate dayîn daku, desthilat bo beşê îdarî û darayî bo her du bûdceyên asayî û bûdceya projeyan pêkêşî Parêzgehan were kirin.
Di berdewamiya vê civîna han de behsa cîhbicîh kirina peymanên Hikûmetê û meseleya îhaleyan û polîn kirina belênderan û kompaniyên cîhbicîhkar jî hate dayîn.
Di civîna han de meseleya dagîrkirin û zêderevî kirin li ser erdên şaredariyan jî hate kirin û biryar hate dayîn daku, piştî şevreke taybetî li gel civata Dadwerî ya Kurdistanê de wezareta dad ya Hikûmeta Kurdistanê biryarnameyeke taybetî di vê derbarê de amade bike.