Nêçîrvan Barzanî: Kurdistanê pêwîstî bi şarezayî û tecrûbeya NY heye
Di dîdarekê de ku, Elî Sindî wezîrê pilandananê amade bû, behsa însiyatîva bernameyê geşepêdanê ku, ji aliyê hikûmeta herêma Kurdistanê û bi hevkariya tîma ajansa NY ve hatiye amade kirin, hat kirin.
Caklîn Baduk, bi kurtî, ji serokwezîrê Kurdistanê re behsa bername û pirojeyên NY li Îraq û herêma Kurdistanê kir.
Serokwezîrê Kurdistanê behsa karên pêşîneyên hikûmeta Kurdistanê kir û daxwaz ji NY kir ku, di ware; qanûna encamdana nûkariyê li sektora giştî, mafê mirovî, hukimdariya dirust, jîngeh, statistic û çend warên de alîkariya hikûmeta herêma Kurdistanê bikin.
Barzanî got ku hikûmeta herêma Kurdistanê pêwîstî bi şarezayî û tecrûbeya NY heye.
Ji aliyê xwe ve Caklîn Baduk, li hember wan destkeftiyên hikûmeta herêma Kurdistanê bidest xistine, pîrozbahî li serokwezîrê Kurdistanê kir û hêvî xwest ku hikûmeta herêma Kurdistanê li ser karên xwe yên mezin berdewam be