Lêjneyek hevbeş bo dariştina reşnivîsa qanûna petrol û gaza Iraqê pêk hat
Berdevkê lêjneya petrol û gaz ya parlementoya Iraqê, Qasim Mihemed, ji AKnewsê re got, îro duyemîn civîna lêjneya petrol û gaz ya parlementoya Iraqê bi amadebûna wezîrê petrola Iraqê, Ebdulkerîm Liêbî û nûnerê Herêma Kurdistanê hat sazkirin.
Mihemed, diyar kir, piştî 2 saet gotûbêj, biryar hat dayîn lêjneyek hevbeş bi beşdariya wezîrên petrolê yên Iraq û Kurdistanê bo dariştina reşnivîsa qanûna petrol û gazê pêk bê.
Qasim Mihemed, da zanîn, lêjneya han dê 18 Îlonê civîna xwe saz bike û dê dest bi karê xwe bike.
AKnews