Barzanî: Divê gelên Sûriya mefên xwe werbigirin
Li gorî malpera fermî ya hikûmeta herêmê, Barzanî duhî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Brîatiya li Herêma Kurdistanê Hugh Evans kir û di hevîdtinekê de rewşa niha ya Herêma Kurdistan, Iraq û navçeyê gotûbêj kirin.
Barzanî û Evans behsa rewşa niha ya herêmê û nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û aloziyên siyasî yên Iraqê jî kirin.
Barzanî di vê derbarê de tekîd li ser helwesta hikûmeta herêmê kir ji bo çaresekirina pirsgirêkan bi rêya pêgiriya bi destûr û rêkeftinên ku hatine îmzakirin.
Di heman hevdîtinê de, rewşa niha ya Sûriya hate behsakirin û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hêvî xwest civaka navdewletî mikurtir be daku rê li pêşiya kuştin û awarebûna welatiyên Sûriya bigire.
Nêçîrvan Barzanî bal kişand ku ev çendan sal e mafên gelê kurd li wî welatî hatine piştguhxistin, lewra îro rewş wiha dixwaze ku hemû gelên Sûriya mafên xwe werbigirin.
AKnews