• Saturday, 04 May 2024
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsolê Giştî yê nû yê Fransa li Herêma Kurdistanê kir

Gulan Media September 10, 2012 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsolê Giştî yê nû yê Fransa li Herêma Kurdistanê kir
Îro dûşem 10/09/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya birêz Alayn Kêpxat Konsolê Giştî yê nû yê Komara Fransa li Herêma Kurdistanê kir.

Li hevdîtinê de, Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina Konsolê nû yê Fransa li Herêma Kurdistanê, hêviya serkeftinê bo wî xwest û amadehiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li pêşkêşkirina hevkarî û hêsankarî pêwîst li serxistina karên wî da nîşanda û ragihand ku gelê Kurdistanê dixwaze pêwendiyekî baş li gel Komara Fransa hebê û rola wî welatî jî li piştgîrîkirina doza rewaya gelê Kurdistanê li hemû qonaxan da bilind nirxand.

Konsolê Giştî yê nû yê Fransa xweşhaliya xwe nîşanda ku li Herêma Kurdistanê destbikarbûye û amadehiya xwe jî ji bo berdewamîdan û pêşxistina pêwendiyên di navbera Fransa û Herêma Kurdistanê de nîşanda.

Nirxandina rewşa Iraq û pêwendiyên di navbera Bexda û Herêma Kurdistan û navçeyê bi giştî û rewşa Suriye û penaberên li Herêma Kurdistanê bi taybetî mijarên dinê vê hevdîtinê bûn.
Top