• Saturday, 04 May 2024
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsolê Giştî yê nû yê Koriya Başûr li Herêma Kurdistanê kir

Gulan Media September 10, 2012 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsolê Giştî yê nû yê Koriya Başûr li Herêma Kurdistanê kir
Îro dûşem 10/09/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya birêz Kîm Yong Hîon Konsolê Giştî yê nû yê Koriya Başûr li Herêma Kurdistanê kir.

Li hevdîtinê de, Serok Barzanî pîrozbahiya destbikarbûna Konsolê Giştî yê nû yê Koriya Başûr li Herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê bo wî xwest û balkişand li ser pêwendiyên di navbera her du aliyan û ragihand ku her çende temena wê pêwendiyê ne geleke lê belê li vê demê de şiyane pêwendiyekî dostane her du aliyan kombike. Tîpa Zeytun karî li vê demê de ku li Herêmê bû soza xelkê Kurdistanê li aliyê xwe ve rakêşê, ji bo wê yekê Hikûmet û gelê Kurdistanê bi çavekî gelek rêz ve temaşa rola wê tîpê dikin û xizmetekî zêde pêşkêşî gelê Kurdistanê kir.

Konsolê Giştî yê nû yê Koriya Başûr ji bilî xweşhalî derbirîna vê erka ku li Herêma Kurdistanê da pê hatiye spartin, rêz û silavên gel û Hikûmeta Koriya pêşkêşî gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û hêvî xwest ku bikarin li vê dema karkirinê da li Herêmê asta pêwendiyên di navbera her du aliyan berev pêştir bibin û behsa rewşa aramiya Herêm û wan pêşketinan kir ku Herêma Kurdistanê pêkhatine û ragihand ku gel û Hikûmeta Koriya Başûr bi çavekî pir bi rêz ve temaşa serkirdayetiya hekîmaneya Serok Barzanî dikin ku kariye serkeftiyane ewlehî û aramiyê bîne holê ku eve jî wiha kiriye hejmarekî zêdeyê kompanyayê welatê wan serdanê li Herêmê bikin.
Top