• Saturday, 04 May 2024
logo

Li ser daxwaza Hewlêrê Iraqê penaberên Kurd rizgar kir

Gulan Media September 9, 2012 Nûçe
Li ser daxwaza Hewlêrê Iraqê penaberên Kurd rizgar kir
Artêşa Iraqê penaberên Rojavayê Kurdistanê yên ku bi şaşî derbazî nav sînorê Iraqê bûne azad kir.

Endamê komîteya rêveberiya kampa Domîz (Kampa penaberên rojava li Dihokê) Berzan Behram ji Rûdawê re got: “Piştî hewldan û lipeyçûnên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, artêşa Iraqê penaberên rojavayê Kurdistanê azad kir.”

Fermandarê lîwaya 8 ê hêza pêşmergeyan Haşim Sîteyî jî ji Rûdawê re got: “Şeva borî berpirsan li sînorê Rebîe peywendî ligel wan danîne û ragihandin ku hêjmarek penaber hatine nava sînorên Iraqê û dixwazin piştî pejirandina me bên Dihokê. Biryar bû wan penaberan ber bi Dihokê ve bişînin, lê ti zanyariyên me li ser wê yekê nîne ku ew penaber hatibin girtin.”

Di vê derbarê de Berzan Behram got: “Piştî azadkirina wan penaberan, hêjmarek ber bi Herêma Kurdistanê ve hatine û yên din jî vegeriyane rojavayê Kurdistanê.”

Şeva borî 500 penaberên bajarê Qamişlo yê rojavayê Kurdistanê ku xwestin derbasî Herêma Kurdistanê bibin, ji aliyê hêzên Iraqê ve hatin binçavkirin.

Berî niha nûnerê Partiya Yekîtiya Demokrata Kurd li Sûriyê yê Herêma Kurdistanê Mehmûd Mihemed di daxuyaniyekê de ew nûçe ji Rûdawê re piştrast kir û wiha got: “Piraniya kesên hatine binçavkirin, jin û zarokin. Herwiha ji bajarê Qamişlo ne.”

Mehmûd Mihemed got: “Emê peywendiyê ligel Herêma Kurdistanê danin û ji bo hewla azadkirina wan penaber bidin.”

Ew penaber li nêzî sînorê Zumar-Rebîe û li cihê ku hêzên pêşmergeyên Kurdistan û artêşa Iraqê bi cih bûne, ji aliyê hêzên Iraqê ve hatine binçavkirin.

Rudaw
Top